Li Dihokê Foruma Rojhilata Navîn de a li ser Ewlehî û Aştiyê pêk hat.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed ku ji bo beşdariya forumê çibûn Başûrê Kurdistan ji aliyê Mesûd Barzanî ve hatin pûşwazî kirin.
Di civînê de Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr jî beşdar bûn.
Mesûd Barzanî: Divê mafên gelê kurd neyên binpêkirin
Hate diyarkirin ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî de îşaret bi yekîtiya hêzên Kurd kiriye.
Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevpeymana wê ya bi Şamê re axivî.
Mesûd Barzanî:
"Pêwîste pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane û di çarçoveya Sûriyeya nû de were çareserkirin."
Nêçîrvan Barzanî: pêwîstî bi yekîtiya partiyên kurdî heye
Piştî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek weşand.
Nêçîrvan Barzanî:
“Di hevdînê de li ser pirsgirêka Kurd û rewşa pêkhateyên din yên li Sûriyê nîqaş hatin kirin. Her wiha têkîldarî hevdîtinên QSD’ê yên bi Şamê re, gefên terorê û şerê li dijî DAÎŞ’ê hate axaftin.”
Nêçîrvan Barzanî di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya di navbera partiyên Kurd de û çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêya diyalog û têgihîştinê kir, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê werin parastin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî spasiya xwe ji bo piştgiriya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyê anî ziman.
Mezlûm Ebdî:
"Em spasiya Nêçîrvan Barzanî dikin ji bo piştgirî û hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Şamê re."