Îran dibistanên Rojhilatê Kurdistanê veguherandiye baregehên leşkerî

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw eşkere kir ku Dewleta Îranê, navendên giştî û perwerdehiyê yên Rojhilatê Kurdistanê veguherandiye baregehên leşkerî. Hengaw tekez kir ku ev siyaset; jiyana sivîlan dixe metirsiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporên meydanî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw, Komara Îslamî ya Îranê li gelek bajarên Kurdan ên Rojhilatê Kurdistanê, navendên giştî û perwerdehiyê veguherandiye baregehên leşkerî. 

Hengaw tekez kir Dewleta Îranê jiyana sivîlan dixe metirsiyê û wan wekî "mertalên zindî" bikar tîne.

Ji destpêka şerê di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de, hemû dibistan û navendên perwerdehiyê li Îranê hatine girtin.

Hangaw ji hevpeyvînên bi welatiyan re fêr bûye ku hejmarek ji dibistanên li Seqiz, Serdeşt, Sena, Paveh, Rewansar, Kirmaşan, Mehabad û gundên derdorê ji aliyê hêzên leşkerî ve têne bikar anîn.

Çavkaniyên heman rêxistinê gotine ku; mizgeftên li gundê Bewranî yê Serdeştê, Gogjayê Merîwanê û gundên Pawehê û her wiha holên werzîşî yên wekî Celîl Xasroşahî li Mehabadê û salona werzîşî ya Hîcab li Seqizê hatine veguheztin.

Welatiyan li dijî bicihkirina hêzên leşkerî li navendên perwerde û werzîşê de nerazîbûn nîşan dan.

Niştecihên gundê Gogjay ê Merîwanê karîn hêzên çekdar ji mizgeft û dibistana gund derxînin.

Beriya wê jî welatiyên li Merîwan û Seqizê li dijî veguhestin û bicihkirina hêzên leşkerî li holên werzîşê, derketibûn.

Li gorî raporên berê, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê fermana gulebarankirina rasterast a welatiyên ku li van deveran digerin, dane.

Di rojên dawî de, Ferzîn Sasanî li Merîwanê ji aliyê van hêzan ve bi giranî birîndar bû.

Li Banayê jî welatiyek bi navê Arman Xaliqpana dema ku wesayeta xwe diajot, hat kuştin.

Di rojên dawî de, koçerên li deverên sînorî yên Qesra Şîrîn, Xesrewî, Neftşehir û Somarê jî di bin zext û destûra hêzên leşkerî de neçar mane ku van deveran biterikînin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye