Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de bandorek mezin li ser Başûrê Kurdistanê û Îraqê dike.
Duh bi şev tabûra (lîwa) hêzên Heşdî Şebî ya li bajarokê Dubiz hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyan balafirên Amerîkayê tabûra 40 ya Heşdî Şebî ya li bajarokê Dubiz ya dikeve Bakurê parêzgeha Kerkûkê bombebaran kiriye.
Hate zanîn bi êrîşê re dengeke mezin hatiye bihîstin û hemû xelkê wê herêmê jî bi deng hesiyane.
Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.
Di nava çend rojên borî de jî heman tabûr hatibû bombebarankirin.
Konsulxaneya Amerîka ya li Bexda hate armanckirin
Her wiha duh bi dron û muşekan êrîşî konsulxaneya Amerîka ya li Bexda hate kirin.
Hat zanîn ku Balyozxane bi 3 dronan rastî êrîşê hatiye.
Pergala parastina asmanî ya balyozxaneyê du dron li hewayê îmha kirin.
Drona din li dîwarê balyozxaneyê ket.
Piştî êrîşê li derdora balyozxaneyê agir derket.
Rayedarên Îraqê heta niha li ser vê mijarê tu daxuyanî nedane.
Hêjayî gotinê ye ku duh Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji hêzên ewlehiyê xwest ku "bi lez" kesên êrîşî Otela
Reşîd, Qada Petrolê ya Mecnûna, Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê kirine bibînin.