PJAK'ê di daxuyaniya xwe de, Newroz li tevayî gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û got:
"Newroza îsal Newroza azadiya tevayî gelên Îranê ye.
Gelê Kurd di vê rêyê de pêşengtiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dike.
Ev Newroza diyarkirina çarenûsa jiyana azad a Kurdan û gelane."
PJAK'ê got ku, eger gel bi xwe ve destwerdanê di vê guhertina mezin a Îranê ya niha de nekin, sîstemên desthilatdar dê dîsa çarenûsa xwe diyar bikin û vê derfetê bi tevahî ji dest bidin û wiha domand:
"Ji ber vê yekê, rola gelê Îranê di Newroza Azadiyê ya îsal de dîrokî û diyarker e."
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) teqez kir ku qadên Newroza îsal, qadên afirandina îradeya rizgariya mayînde ya ji zilm, asîmîlasyon, tunekirin, şer û wêrankirinê ne û wiha bidawî kir:
"Rêya azadiyê bêvegere û Îran dê tu carî venegere rewşa xwe ya berê ya bindest."