Rojnivîsa Gurbetellî Ersoz, "Min Dilê Xwe Li Ser Çiyan Neqişand", ku di navbera salên 1995 û 1997'an de hatiye nivîsandin, bi Almanî bi sernavê "Gurbets Tagebuch, Ich habe mein Herz in die Berge graviert" hatiye weşandin.
Werger û şîrove ji hêla Agnes Alvensleben û Anja Flach ve hatine amadekirin.
Wêneya bergê ji hêla Sinan Hezer ve hatiye xêzkirin.
Pirtûk, ku bi beşdariya Newaya Jin ji bo weşanê hatiye amadekirin, ji hêla Weşanên Meyman ve hatiye weşandin.
Pirtûk wê di Newrozê de bi xwendevanan re were parve kirin
Gurbetelli Ersoz, ku wekî yekem sernivîskara jin a Tirkiyê, dîrok nivîsandiye, dema ku wekî sernivîskara Ozgur Gundemê dixebitî, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hate girtin û îşkencekirin.
Piştre, wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, li wir di navbera salên 1995 û 1997'an de notên xwe yên şer, helbest, raman û hestên xwe yên li ser jiyanê digirt.
Ev not paşê bi sernavê "Min Dilê Xwe Li Ser Çiyan Neqişand" hatin weşandin.
Gurbetelli Ersoz di 8'ê Cotmeha 1997'an de, di 32 saliya xwe de, di şerekî li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da.
Pirtûka bi navê "Gurbets Tagebuch", Ich habe mein Herz in die Berge graviert ( Rojnivîsa Sirgûnî – Ich habe mein Herz in die Berge graviert) wê di çalakiya Newrozê ya Frankfurtê ya 21'ê Adarê de li ber destê xwendevanan be.
Pirtûk li ser malpera meyman.org jî heye.