Li navenda bajarê Mereşê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur dest pê kir. Di dema baranê de birûskê li du nuqteyên cuda yên li Çiyayê Axorê xist. Ji ber lêdana birûskê, li her du herêmên daristanî agir derket.
Piştî agahdarkirinê, tîmên agirkujiyê û yên parastina sivîlan ber bi herêmê ve hatin şandin. Tîm hem ji ser erdê û hem jî ji asman ve bi helîkopteran dest bi xebatên vemirandinê kirin.
Ji bo ku agir berfireh nebe û li hawirdorê belav nebe, mudaxeleya tîman a li ser her du cihan berdewam dike. Di heman demê de tîmên peywendîdar ji nêzîk ve rewşa hewayê ya li herêmê dişopînin.