Serokê MHPê: Xebatên komîsyonê bi dawî hatiye

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji ber neçûyîna Îmraliyê, Rêveberiya CHP'ê bi tundî rexne kir û got: “Ji çûna Îmraliyê tirsiyan û reviyan.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Devlet Bahçelî di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Turkgunê de diyar kir ku xebatên Komîsyonê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li parlamentoya Tirkiyê hatibû avakirin, ber bi dawiyê ve hatiye.

Serokê MHP'ê bi bîr anî ku 3 parlamenterên endamên Komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

"Ji çûna Îmraliyê tirsiyan û reviyan"

Bahçelî, CHP'ê ji ber piştgiriyê nade pêvajoyê tohmetbar kir û got:

"Ji çûna Îmraliyê jî tirsiyan û reviyan. Îtirazên xwe bi gotinên tirsonek anîn zimên.

Di çareseriya pirsgirêka herî girîng a Tirkiyê de reviyan û xwe dan alî. Ez hêvî dikim ku rastiyê bibînin û ji qadê dernekevin."

Bahçelî ji bo paşerojê got: "Armanca me ew e ku ji sala 2026'an û pê ve tundî û çek bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê derkevin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye