Azîza Tunelî ya 92 salî 30 sal in li benda kurê xwe yê girtî ye

Dayika Ahmet Tunelî ku ev 30 sal in li hêviya dîtina kurê xwe ye, ev cara sêyem e biryara berdana wî tê taloqkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ahmet Tunelî tê taloqkirin ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Hejmara 2’emîn a Sêweregê dimîne.

Tevî ku cezayên lê hatiye birîn qediya ne, berdana Ahmet Tunelî destpêka meha Cotmeha par hate taloqkirin û piştre di mehên Çile û Tebaxê de ji nû ve hate taloqkirin.

Azîze Tunelî ya 92 salî, di 6’ê Tebaxê de li hêviya berdana kurê xwe bi saetan li ber derî sekinî, bêhiqûqiya ku tê kirin bi gotina ‘ne mirovî ye’ pênase kir.

Ahmet Tunelî li Amedê di 1’ê Mijdara 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezanê hate binçavkirin û piştre sala 1996’an li Dadgeha Amedê bi îdîaya ‘Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê’ bi cezayê girtîgehê ya heta bi hetayê hate cezakirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24