Di daxuyaniya Artêşa Pakistanê de hat eşkerkirin ku hêzên wan li kantona Zob a herêma Belûçistanê li başûrê rojavayê Pakistanê, operasyoneke leşkerî encam dan û di nava 4 rojan de 50 çekdar hatine kuştin.
Artêşa Pakistanê navê terorsît li wan çekdaran dike, li wê herêmê jî rêxistina bi navê Artêşa Azadiya Belûçistanê ji sala 2004an ve li dijî hikûmetê dest bi şer kiribû.
Ji aliyê xwe ve jî, serokê Pakistanê Asif Elî Zerdarî, ev operasyon bi operasyoneke serkeftî da zanîn û soz da ku wê şerê wan li dijî tevgerên çekdar heya tunekirina wan tevgeran bi temamî berdewam bike.
Artêşa Azadiya Belûçistanê daxwaza parastina mafê neteweya Belûç dike û navenda wê ya sereke li Efxanistanê ye.