Rageşiya leşkerî ya di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, di roja 9`mîn de berdewam dike.
Şer roj bi roj berfireh dibe û deverên nû yên li Rojhilata Navîn digire nav xwe.
Şerê berdewam ê di navbera her du aliyan de, roja şemiyê gihîşt rewşeke aloztir, ji ber ku her du aliyan êrîşên tund li hev kirin ku hin ji wan tesîsên petrolê hedef girtin.
Îsraîl û Amerîkayê tankên sotemeniyê yên li Tehranê hedef girtin
Di pêşketineke girîng de, Pasdarên Şoreşa Îranê got ku wan rafineriya petrolê ya Heyfayê wek tolhildanek hedef girtine.
Ev yek jî piştî hedefgirtina Îsraîl- Amrîkayê ji tankên sotemeniyê yên li paytexta Îran Tehranê, hat.
Li gorî agahiyan, dengê sîrenan ji sibeha Şemiyê ve û heta roja yekşemê li bajarên Îsraîlê nesekiniye.
Îranê bi mûşekan Tel Avîva mezin, Negev, Bir Seba û derdora wê bombebaran kirin
Îran her wiha deverên li navenda Îsraîlê, Tel Avîva Mezin, Negev, Bir Seba û derdora wê bombebaran kirin, di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê got ku ji destpêka şer ve ew bi zêdetirî 1700 birîndaran re mijûl bûne.
Supaha Pasdarên Şoreşê eşkere kirin ku heta niha zêdetirî 200 hedef li baregeh û tesîsên Amerîkî û Îsraîlê hatine xistin û bi qasî %60'ê hêza agir a Îranê li dijî baregehên Amerîkî yên li herêmê û %40 jî li dijî Îsraîlê hatine bikaranîn.
Pezeşkian: Heta djminê me li ser axa dewletên cîran be jî em ê êrîş bikin
Di roja 8`mîn a Şerê Kendavê yê heyî de, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkian gotareke televîzyonî ya balkêş pêşkêş kir û tê de ji welatên cîran ên Kendavê lêborîn xwest û soz da ku heta ku axa wan ji bo êrîşkirina li ser Îranê neyê bikaranîn, ew ê êrîşî wan neke.
Di serê sibeha roja şemiyê ango îro, Erebistana Siûdî, Qeter, Behreyn û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî rastî êrîşên nû yên bi dron û mûşekan hatin.
Trump: Em ji bilî teslîmbûna Komara Îslamî ya bê şert û merc qebûl nakin
Tevî daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a "teslîmbûna bê şert û merc", Serokê Îranê Mesûd Pezeşkian soz da ku Îran teslîm nabe û wê lêdanên baragehên Îsraîl û Amerîkayê, berdewam bike.
Di heman çarçoveyê de Dezgeha weşanê ragihand ku Îsraîlê biryar daye ku hedefên xwe yên di nav Îranê de berfireh bike da ku tesîsên enerjî û petrolê jî di nav xwe de bigire.
Zêdetirî 80 balafirên şer ên Îsraîlê beşdarî êrîşên li ser Îranê bûn
Li gorî berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichai Edri, zêdetirî 80 balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Îsraîlê beşdarî êrîşan bûne û nêzîkî 230 bombe avêtine ser çend hedefên leşkerî.
Di daxuyaniyekê de, artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku 16 balafirên Artêşa Supaha Pasdarên Şoreşa Îranê yên ku ji bo qaçaxçîtiya çekan ji bo Hizbullahê di êrîşên li ser Balafirgeha Mehrabad a Tehranê de hatine bikaranîn, hatine rûxandin.
Di heman çarçoveyê de, medyaya Îranî ragihand ku teqînên mezin li çend deverên welêt, di nav de baregeha Besîc a li navenda Tehranê, hatine bihîstin.
Amerîka: Me hefteya borî li zêdetirî 3 hezar hedefên di nav Îranê de xistiye
Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, Amerîka hefteya borî li zêdetirî 3 hezar hedefên di nav Îranê de xistiye.
Rêxistinên Mafên Mirovan eşkere kirin ku heta dawiya roja 8`mîn ya şer, li Îranê zêdetirî 33 sivîlan di rojekê de di encama êrîşan de, hatine kuştin.
Li Îranê heta niha zêdetirî hezar û 230 kes hatine kuştin
Her wiha li gorî medyaya dewleta Îranê, heta niha di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de li Îranê zêdetirî Hezar û 230 kes hatine kuştin, di nav wan de zarok jî hene.
Şerê leşkerî yê di navbera Dewletên Yekbûyî, Îsraîl û Îranê de di hefteya borî de bi girîngî zêde bû û ev yek bû sedema hişyariyên Neteweyên Yekbûyî li ser kaosa herêmî ya muhtemel.
Ev yek jî tirsê zêde dike ku ev şerê heyî dikare bibe pevçûnek herêmî ya berfireh.