Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora 2’yê Nîsanê de weşand ragihand ku artêşa Burkina Faso, alîgirên wê Dildarên Parastina Welat (VSG) û JNIM, şaxê Sahel a El Qaîdeyê, di navbera Çileya 2023 û Tebaxa 2025’an de herî kêm 1.837 sivîl kuştine.
Li gorî raporê, kuştina sivîlan di 57 bûyerên cuda de, li 11 herêman çêbûye.
HRW’ê artêşa Burkina Faso û VSG wekî berpirsiyarê kuştina 193 jê zarok bi tevahî 1.255 sivîlên ku di navbera Çileya 2023 û Nîsana 2025’an de pêk hatiye, dît.
JNIM’ê jî bi qetilkirina 15 jê zarok bi tevahî 582 sivîlên ku di navbera Çileya 2023 û Tebaxa 2025’an de pêk hatiye, tawanbar kir.
HRW’ê diyar kir ku divê şeş berpirsên payebilind ên Burkina Faso, di nav de serfermandar Îbrahîm Traoré ku di Îlona 2022’yan de bi darbeyeke leşkerî desthilatdarî bi dest xist û serokê JNIM’ê Iyad Ag Gali jî di nav de 4 rêveberên wê, divê di çarçoveya "berpirsiyariya fermandariyê" de werin lêpirsînkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên ji hêla hêzên hikûmetê, VSG û JNIM’ê ve hatine kirin, dikarin wekî "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" werin hesibandin.
HRW’ê bang li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) kir ku li ser rewşa Burkina Fasoyê lêprisînekê bide destpêkirin.
Di rapora HRW’ê de hat destnîşankirin ku artêşa Burkina Faso û VSG di Kanûna 2023’yan de li nêzîkî 15 gundên bakurê bajarê Djiboyê zêdetirî 400 sivîl kuştine.
Her wiha hat diyarkirin ku JNIM’ê sivîlên ku li ber desthilatdariya wê serî netewendin bi tawanbariya piştgiriya hêzên hikûmetê dikin, hedef girtine.
Li gorî raporê, JNIM’ê di 24’ê Tebaxa 2024’an de, li navenda bajarê Barsaloghoyê di nava wan de zarok jî hene herî kêm 133 sivîl qetil kirine.
HRW’ê bi bîr xist ku di amadekirina raporê de ji çavkaniyên vekirî sûd wergirtine û li Burkina Faso, Benîn, Berava Diranfîl, Gana û Maliyê zêdetirî 450 kesan re rû bi rû axivîne.