Di hevpeyvîneke medyayî de, balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim El Sadiq diyar kir ku ji gelek parêzgehên Îraqê peyamên piştgiriyê girtine û eşîr amadehiya xwe ya şer nîşan dane. El Sadiq da zanîn ku wan ji eşîran re gotiye, şerê niha asmanî ye, eger bejahî bûya wê beşdarî şer bibûna.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku ji 28'ê Sibatê ve şerekî asmanî yê tund di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de berdewam dike.