Krîza koçberiyê ya li ser sînorê Spanya û Mexribê ketiye qonaxeke nû û metirsîdar.
Raporên dawî yên herêmî eşkere dikin ku zextên ewlehiyê yên li ser xetên sînor û her weha şert û mercên xirab ên mirovî bûne sedem ku pêleke mezin a koçberan neçarî vegerê bibe.
Hat ragihandin ku hjimara koçberên Mexribî yên ku ji sînorê Spanyayê vegeriyane Mexribê gihîştiye 53 hezar kes.
Saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî fikarên xwe yên kûr li ser vê rewşê tînin ziman. Çavdêr destnîşan dikin ku koçber li ser sînor bi rûreşî, birçîbûn û zextên tund re rû bi rû dimînin.
Ev yek jî rê li ber karesateke mirovî vedike ku hewceya wê bi destwerdaneke lezgîn a navneteweyî heye.
Heta niha rayedarên her du welatan li ser vê pêla vegerê ya girseyî daxuyaniyên fermî yên berfireh nedane, lê zextên li ser sînor her ku diçe zêdetir dibin.