Li Sirbistanê xwepêşandan berdewam dikin û gelek kes hatin girtin

Li Sirbistanê, xwepêşandanên nerazîbûnê birêve çûn û bi dehan xwepêşander ji aliyê Polîsan ve hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev 4 rojin li Sirbistanê, bi hezaran kes dadikevin qadan û xwepêşandanan li dijî gendeliyê li dar dixin.

Ajansa Nûçeyan a Fransî AFP`ê ragihand ku duh jî, gel herikîbû qadan û çalakiyên xwe berdewam dikirin, lê li beramberî wê, komek ji alîgirên serokê neteweperest Aleksandar Vuçiç, êrîşî xwepêşandanan kirin, gaza rondikrêj û bombeyên deng li dijî xwepêşanderan bikar anîn.

Polîsan di rojên dawî de, bi dehan xwepêşander girtibûn, her wiha bi dehan xwepêşanderên din jî di encama êrîşa alîgirên serokê Sirbistanê de birîndar bibûn.

Xwepêşander daxwaza hilbijartinên pêşwext dikin û dixwazin desthilata Aleksandar Vuçiç bi dawî bibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24