31 Welatên Ereb û Islamî daxuyaniyên Netanyahu şermezar kirin

Pirsgirêka di navbera Îsraîl û Filistînê de, her ku diçe mezin û kûrtir dibe, di vê dawiyê de jî, Netanyahu behsa "Îsraîla Mezin" kir, lê ev yek hêrseke mezin di nava welatên Ereb û Îslamî de çêkir û ev daxuyanî bi tundî hat şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi dehan sal in, nakokî û pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dikin û heya niha ti çareserî nehatiye dîtin.

 Bi hezaran kes hatine kuştin û bi milyonan kes jî hatine koçberkirin.

Duh, di civîna wezîrên karên derve de, 31 welatên Ereb û Îslamî, sekreterên giştî yên Komkara Welatên Ereb, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Konseya Hevkariya Kendavê, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Welatên Ereb û Îslamî, daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên derbarê "Îsraîla Mezin" de, bi tundî şermezar kirin.

 

Welatên Ereb û Islamî daxuyaniyên Netanyahu wek "Bêrêzî" bi nav dikin

 

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ji bo bidestxistina berjewendiyên hemû welat û gelan di ewlehî, îstîqrar û pêşketinê de, ew ê tedbîrên ji bo xurtkirina aştiyê bigirin, lewma divê zimanê kontrola bi zorê, ji aliyê Îsaîlê de, were dûrxistin.

welat û saziyên ku daxuyanî dane, tekez kirin ku daxuyaniyên Netanyahu, bêrêzî û binpêkirineke eşkere û xeternak a qaîdeyên hiqûqa navneteweyî û bingehên têkiliyên navneteweyî yên aram temsîl dikin û gefek rasterast li ser ewlehiya neteweyî ya ereban, serweriya dewletan, ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî çê dikin.

Di daxuyaniyê de, erêkirina Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Zalil Smotrik ji bo bicihkirina li navçeya E1 û daxuyaniyên wî yên nijadperest û tundrew di redkirna avakirina dewleteke Filistînî, hat şermezarkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24