Yek ji wan komkujiyan jî li dijî civaka Suryanî bû. Di sala 1915`an de Îmbratoiya Osmanî biryara qirkirina vê civaka navborî da.
Li ser vê tirkan di 15'ê Hezîrana sala 1915'an de li dijî Suryaniyan komkujiyeke dijwar ku bi navê Sefo tê naskirin pêk anî. Vê yekê destpêka pêkanîna plana komkujiyê li dijî yek ji gelên xwecih çêkir.
Di komkujiyê de, wê demê zêdetirî 300 hezar Suryanî hatin kuştin. Dewleta Tirk hemû rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û rûspiyên Suryanî girtin û piştre ew kuştin. Ev yek jî bi armanca civaka Suryanî bê serîhiştina civakê hate kirin.
Her wiha artêşa Osmanî leşkerên Suryanî yên ku di nava artêşê de bûn ew bêçek kirin û bi hovîtî kuştin.
Li gel komkujiyên plankirî pêkanînên talankirin, şewitandin û koçberkirin jî li dijî Suryaniyan hatin kirin.
Sala 1915`an saleke reş e ji bo Suryaniyan ji milyonekê zêdetir Suryanî ji erdên xwe hatin dûrxistin û bi hezaran hatin kuştin di rê û çolan de mirin koka wan li Anadoliyê hate birîn.
Ev komkujî ji aliyê zêdetirî 30 dewletan û gelek saziyên mafên mirovan wekî "Jenosîd" bi fermî nas kirine.
Lê dewleta Tirk heta roja îro bikaranîna peyva "Jenosîd" an "Qirkirinê" li ser vê komkujiya li dijî Suryaniyan red dike.
Ew angaş kir ku di şert û mercên Şerê Cîhanê yê Yekem de şerekî navxweyî çêbû û tê de Tirk û Suryanî berdêlên mezin dane.
Lê ev yek nebû û ya rast Tirkiyê li dijî Suryaniyan komkujî kir.
Îro li ser vê, komkujiya bi êş 111 sal derbas bû.
Tevî ku ev sedsalek di ser vê komkujiyê re derbas bûye jî heya niha nehatiye jibîrkirin.
Ev xala reş ji bo vî gelî bûyereke bi êş e û her sal tê bibîranîn.
Niha jî Suryaniyan daxwaza naskirina komkujiyên 1915'an ji aliyê civaka navneteweyî û darzandina sûcdaran dikin.