Îranê bersiva xwe ya li ser pêşniyara Amerîkayê pêşkêş kir

Îranê ragihand ku wê bersiva xwe ya fermî bi rêya navbeynkaran re ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kiriye. Her wiha li benda helwesta Washingtonê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîmê ya Îranê, Îranê bi rêya navbeynkaran re bersiva xwe ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer pêşkêş kiriye û ew li benda bersivê ne.

 

Ajansa Tasnîmê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekê, diyar kir ku Îranê bersiv da plana Amerîkayê ya ku ji 15 bendan pêk tê û duh bi awayekî fermî bi rêya navbeynkaran re pêşkêş kiribû û li benda bersiva aliyê din e.

 

2 rayedarên Pakistanî îro ji AFPˊê re xuya kiribûn ku, Îslamabadê pêşniyara Amerîkayê ji Tehranê re şandiye.

 

Çavkaniyê ji Tasnimê re got ku bersiva Îranê tekezî li ser pêwîstiya bidawîanîna êrîşa terorîstî ya dijmin û afirandina şert û mercên berbiçav da ku garantî bike ku şer wê dubare nebe, kir.

 

Her wiha Îranê di bersivê de, tekezî li ser pêwîstiya tezmînat û cezayên şer ên ku bi zelalî hatine destnîşankirin û garantîkirin, kir.

 

Çavkaniyê destnîşan kir ku bikaranîna serweriya Îranê li ser Tengava Hurmizê mafekî xwezayî û yasayî ye û garantî kiriye.

 

Di heman demê de, Tengava Hurmizê garantiya bicihanînê ji bo erkên aliyê din temsîl dike û divê were naskirin.

 

Trump: Divê Îran pêşniyara agirbestê cidî bigire

 

Li aliyekî din, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku divê Îran pêşniyara ku armanc dike ku şerê çar hefteyan bi dawî bike "pir cidî" bigire.

 

Ebas Eraqçî: Tehran pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê dinirxîne

 

Her wiha beriya niha Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku, Tehran pêşniyara agirbestê ya Amerîkayê dinirxîne, lê ti danûstandin di rê de nînin.

 

Ev şîroveyên Trump di demekê de hatin ku, ziyanên aborî û mirovî yên şer zêde dibin û kêmbûna sotemeniyê li çar aliyê cîhanê xirabtir dibe, şîrket û welat hewl didin ku tedbîran bigirin da ku bandorên wê kêm bikin.

 

Berîya niha Wezîrê derve yê Pakistanê got ku "danûstandinên nerasterast" di navbera Amerîka û Îranê de bi rêya peyamên ku ji hêla Pakistanê ve têne şandin pêk tên.

 

Her wiha welatên din, di nav de Tirkiye û Misir piştgiriyê didin hewldanên navbeynkariyê.

 

Lê belê, Ebas Eraqçî ev yek red kir û wiha got:

 

"Peyam ji hêla welatên dost ve têne şandin û bersiva me bi zelalkirina helwestên me an dayîna hişyariyên pêwîst nayê gotin ku danûstandin, ew tenê danûstandinek peyaman bi rêya hevalên me ye."

 

Di vê gavê de, siyaseta me ew e ku em berxwedanê bidomînin û welêt biparêzin û niyeta me ya danûstandinê tune ye."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye