Bi belavbûna pêla ‘Bihara Ereban’ re, gelê Sûriyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên rejîma Esed dest bi serhildanê kir.
Serhildanan piştî girtina zarokên ku gotinên dijberî rejîma Baasê nivîsandin li Derayê ya li başûrê Sûriyê, dest pê kir û bi lez belavî herêmên din ên Sûriyê bûn.
Rêjîma Esed li şûn ku daxwazên gelê Sûriyê li ber çavan derbas bike, xwest ku bi çek û zorê dengê gel bisekinîne.
Lê ev yek pêk nehat, şerekî navxweyî derket û tê de bi sed hezaran kes hatin kuştin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeymana civakî û hilbijartin
Bi lawazbûna rejîma Sûriyê û vekişandina wan ji herêmên Sûriyê re, gelê herêmê Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin.
YPG û YPJ'ê erka parastina her sê kantonên Rêveberiya Xweser (Efrîn, Cizîr, Kobanê) girt ser xwe.
Rêveberiya Xweser berfireh bû û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin nava xwe.
Rêveberiyê hemû pêkhateyên herêmê anîn cem hev, aştiya navxweyî parast, saziyên xizmetê û binesaziyên aktîf ên Sûriyê parastin û bi pêş xistin.
Li Sûriyê hêzên DYA'yê
Amerîkayê wêrekî û berxwedana YPJ û YPG'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dişopand.
Piştî ragihandina avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, koalîsyonê desteka hewayî da YPG û YPJ'ê.
Ev destek bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê re dewam kir heta herêmên Sûriyê ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.
Dan û standinên ku barê Sûriyan giran kir
Civînên Astena, Cinêvê û Soçiyê qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêk hatin hemû bê encam derketin.
Ji ber ku nûnerên rasteqîn yên gelê Sûriyê di van civînan de neamedebûn.
Başûrê Sûriyê careke din dengê xwe bilind dike
Bi serketina projeya Rêveberiya Xweser, şêniyên Siwêdayê jî hewl dan heman projeyê bidin meşandin.
Siwêdiyan hêzên xwecih û meclisên siyasî ava kirin.
Li gorî wan, gaveke wiha dihêle serhildan bi pêş bikeve û heta asteke baş were birêxistinkirin.
Qonaxa piştî rûxandina rejîmê mîna ya berê ye
Tevî hêviyên Sûriyan ên bidawîkirina zilm û zordariya bi dehan salan, lê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê ji destpêkê ve hewl da serweriya xwe li ser welêt ferz bike.
Hikûmeta Veguhêz tevgerên siyasî, mezhebî û neteweyî dûr xistin.
Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ji destpêkê ve, bi rêya "Kongreya Serkeftinê", qonaxa veguhêz û avakirina artêşa Sûriyê kontrol kir.
Di heman demê de, wê dest bi "diyalogeke neteweyî" kir ku tê de nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê hatin dûrxistin.
Ev yek bi amadekirina "danezaneke destûrî" ya ku dişibiya destûrên Partiya Baasê, gihîşt lûtkeyê.
Vê himumetê xwe spart zêdebûna gotinên nefretê, ku bû sedema komkujiyên li dijî civaka Elewiyan li herêma peravê Sûriyê.
Di navbera 6 û 10`ê Adara 2015`an de, deverên peravê rastî bûyerên tundiyê hatin, ku li gorî raporên mafên mirovan û şahidiyên herêmî, bû sedema mirina bi sedan sivîlan.
Piştî vê yekê, hikûmetê dest bi gûrkirina li dijî deverên li bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî li dijî Kurdan, kir.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin dorpêçkirin û êrîş li wan hat kirin.
Êrîş berdewam kirin heta gihîştin Dêr Hafir, Reqa û Dêrzorê, ku QSD ji bo parastina jiyana sivîlan ji wir vekişiya.
Piştî ku QSD, bi taybetî hêzên Kurdî, parastina xwe li herêmên Heseke û Kobanê xurt kirin, di 29`ê Çileyê de rêkeftinek hat çêkirin.
Ev jî da ku pêvajoya entegrasyonê di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de were temam kirin.
Parêzgerek ji hêla QSD ve li Hesekê hat destnîşankirin, û pêvajoya entegrasyonê berdewam dike.
Lêbelê, li gorî çavdêran, ev pêvajo hîn rastî gelek astengiyan tê.