Li Bexdayê dronek ket nav hewşa malekê de

Rojane Başûrê Kurdistanê û Îraq ziyaneke mezin dibîne ji ber êrîşên rêjîma Îranê û komên çekdar ên girêdayî wî. Duh bi şev bi dronan êrîş li ser Başûrê Kurdistanê û Îraq pêk hatiye û di encamê de birîndar û ziyanên madî çêbûn e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û rêjîma Îranê de her ku diçe zêdetir dibe.

 

Ev şer bandorek neynî li Başûrê Kurdistanê û Îraqê kiriye.

 

Li Bexdayê duh bi şev dronek ket nav hewşa malekê û di encamê de jinek birîndar bû.

 

Li gorî dîmenên ku duh bi şev hatine belavkirin, dronek li taxa Turas ya Bexdayê ketiye nav hewşa malekê de.

 

Tê gotin armanca dronê balyozxaneya Amerîkayê bû, lê sîstema parastinê ew dron beriya ku bighêje hedefa xwe, xistiye xwarê.

 

 

Ji ber ketina dronekê kesek li navçeya Çoman birîndar bû

 

 

Li aliyekî din jî Nûçegihanê Roj News`ê ragihand ku droneke xwekuj li nav\eya Çomanê ya ser bi îdareya Soranê ketiye xwarê û kesek birîndar bûye.

 

Hate ragihandin ku ziyan gihiştiye gelek malan.

 

Li gorî agahiyên şahidê bûyerê, dron ji aliyê Îranê ve hatiye û li Taxa Kosretan ya navenda navçeya Çoman ya dikeve sînorê îdareya Soran ketiye xwarê.

 

Li gorî agahaiyan ev drona 9’ane li sînorê Balekayetî dikeve xwarê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye