37 sal di ser koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo re derbas bûn

Îro 37 sal li ser koça dawî ya Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo re derbas bûn. Her sal taybet di meha Adarê de dengê wî careke din di dilê gelê Kurd de zindî dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sal derbas dibin, lê dengê wî pîr nabe û nayê windakirin.

 

Her cara ku meha adarê tê, Mihemed Şêxo dîsa hişyar dibe û dengê strana ‘Hemî adaran hûn min hişyar kin’ bilind dibe.

 

Stûna hunera Kurdî Mihemd Şêxo di 9’ê adara ya sala1989’an de koça dawî kir.

 

Her sal di meha adarê de dengê wî careke din zindî dibe.

 

Mîrateyeke hunerî ya ku şahî û xemên gelê Kurd û hêviyên wî yên azadiyê vêdibêje, li dû xwe hişt.

 

Hûnermend Mihemed Şêxo, di sala 1948'an de li gundê Xaçokê yê li başûrê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, jêhatiya wî ya ji bo stranbêjî û muzîkê di temenekî biçûk de dest pê kiriye.

 

Mihemd Şêxo mîrateyek nayê jibîrkirin li pey xwe hişt

 

Şêxo bi jêhatiya xwe ya xwezayî têr nebû, lewma her xwe di nava hunerê de kûr dikir, fêrî gelek amûrên muzîkê bû, mîna bilûr, biziq, ûd, keman, akordiyon û gîtarê.

 

Wî dizanî ku dengê wî tenê têra gihandina peyama wî nake, lewma fêrî amûrên muzîkê bû, her amûrek kir navgîneke ku hestên gelê xwe pê bigihîne cîhanê.

 

Stranbêjiya bi kurdî di bin desthilata BAAS`ê de, wek sûc dihat dîtin ku rejîmê siyaseta înkarê li hember çand û ziman û nasnameya Kurdî ferz dikir.

 

Lê Hunermed Mihemed Şêxo guh neda van siyasetan û qedexeyan, ew bi biryar bû ku dengê xwe bide bihîstin, ji bo şoreşgeran, ji bo çiyayên Kurdistanê, ji bo gelê xwe û ji bo hezkirinê û hêviyê stran gotin.

 

Wî dizanibû ku, ew ê ji bo stranên xwe berdêlên giran bide, lewma jiyana wî çewisandin, zindan û sirgûn bû.

 

Ew amade bû ku berdêlan bide, ji ber ku hunera wî şerek bû ku wî bi deng û awazên xwe ew şer kir.

 

Ne platformeke wî ya medyayî hebû û ne jî kanalên Kurdî yên ku stranên wî belav bikin.

 

Lewra wî stranên xwe bi rêya beşa kurdî ya Radyoya Bexdayê û Radyoya Êrîvanê û bi kasetên ku bi dizî di nava gel de belav dikirin, pêşkêş kir.

 

Gelek kes tenê ji ber guhdarkirina stranên wî ketin zindanan û hatin îşkence kirin.

 

Mihemed Şêxo ne hunermendekî asayî bû, lê ew dibistaneke hunerî bû ku bandor li nifşên siberojê kir.

 

Hunermend Mihemed Şêxo di dil û bîrdanka gelê xwe de hezkirineke ku nayê jibîrkirin, li pey xwe hiştiye.

 

Ne tenê ji ber hunera xwe, lê ji ber ku wî jiyana xwe ji bo doza gelê xwe feda kiriye û stranên wî ji bo gul, çiya, şervan û azadiyê çêdikirin, nîşana vê hezkirinê bûn.

 

Her wiha helbestên 18 helbestvanên Kurd kirine stran.

 

Hunermend Mihemed Şêxo, ji ber çewisandina dezgehên ewlehiyê yên rejîma BAAS`ê surgûn bû.

 

Di sala 1970’yî de li paytexta Lubnanê, Beyrûtê bi cih bû, li wir mûzîk xwend û xwest ku jêhatîbûna xwe dûrî zordarî û çewisandinê bi pêş bixe.

 

Lê hesreta welêt her di dilê wî de bû, ji ber wê jî di sala 1974’an de vegeriya Sûriyê.

 

Yekem albûma xwe li Şamê tomar kir, lê dengê wî ku bi hezkirina Kurdistanê tijî bû, li xweşiya desthilatdaran nehat, ji ber wê jî careke din rastî çewisandina dezgehên ewlehiyê hat.

 

 

Di 41 saliya xwe de koça dawî kir

 

Di heman salê de berê xwe da Başûrê Kurdistanê û li wir tev li refên pêşmergeyên ku li dijî rejîma Iraqê şer dikir bû, da ku dengê wî bibe hevrêyê têkoşînê.

 

Di sala 1975’an de rêwîtiya wî ya lêgerîna azadiyê dibe sedem ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe û digihêje bajarê Mehabadê û li wir yek ji berhemên xwe yên hunerî yên herî girîng, strana “Ey Felek” tomar kir.

 

Di 6’ê Adara 1989’an de, piştî ku Mihemed Şêxo ji girtîgehên rejîma BAAS`ê derket, di encama îşkenceyên giran ên di girtîgehê de, krîza dil derbas kir.

 

Ew veguhastin nexweşxaneya Qamişloyê û li wir 9`ê Adarê di 41 saliya xwe de koça dawîn kir û mîrateyeke nayê jibîrkirin li dû xwe hişt.

 

Mihemed Şêxo wekî ku zanîbû ew ê rojeke Adarê koça dawîn bike, di straneke xwe de wiha qewîtiya xwe li gelê xwe û hezkiriyên xwe dike û dibêje.

 

 

Tevî koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo jî, lê dengê wî heta roja me ya îro jî hîn zindî ye.

 

Di her maleke Kurd de, dengê Mihemed Şêxo vedide û stranên wî, hîn jî hêviyan, di giyanan de vedijîne û her meha Adarê, wekî ku wî qewîtî kiriye, ji nû ve tê hişyar kirin û bibîranîn.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye