Roja duşemê, Ajansên Nûçeyan ên Dewleta Îranê hilbijartina Mucteba Xameneyî, wekî rêberê dewleta Îranê ragihand.
Ji roja ku Elî Xameneyî hat kuştin ve, texmîn li ser hilbijartina Mucteba Xamaneyî pir zêde bûn.
Li gorî raporên medyaya Îranê, xuya ye ku civînên ji bo hilbijartina rêberê nû yê dewleta Îranê bi awayekî bê amadebûna namzedan hatine lidarxistin.
An jî ji ber sedemên ewlehiyê bi amadebûna nûnerên namzedan hatin lidarxistin.
Roja 3'yê Adarê, Ajansa Nûçeyan a Fars ragihand ku, civînên Konseya Pisporan di hawîrdoreke ewle de tê lidarxistin.
Her wiha ajansê diyar kir ku qonaxên dawî yên hilbijartinê di rê de ne.
Ajansa Fars tekez kir ku civîna dawî ya pisporan ji bo hilbijartina rêberê nû yê dewleta Îranê dibe ku bi şexsî û piştî merasîma cenazeyê Elî Xameneyî were lidarxistin.
Mucteba Xameneyî ofîsa rêberê bilind bi rêve dibir
Dezgehên medyayê yên nêzîkî hikûmetê û hejmarek berpirsên siyasî ji Xamenetî re digotin "Ayetullah".
Her wiha digotin ku ew dikare di nav refên dibistanê de pêş bikeve.
Heta niha tu diyalog an hevpeyvînek ji hêla Mucteba Xameneyî ve nehatiye weşandin.
Ne diyar e ku ew ê di derbarê mijarên navxweyî û derveyî de, nemaze Amerîka û Îsraîlê de, çi raman û polîtîkayan li xwe bigire.
Bi fermî di dewleta Îranê de tu berpirsiyariyên rêveberiya Xameneyî tunebûn.
Lê xuya ye ku di salên borî de, ew bi mekanîzmaya desthilatdariyê û amûrên serokatiyê re agahdar bû.
Her wiha ofîsa Elî Xameneyî jî ji hêla wî ve dihat birêvebirin.
Elî Xameneyî ji bo destnîşankirina xelîfeyê xwe, bê alî mabû
Hin ji parêzvan û alîgirên Elî Xameneyî bawer dikirin ku ji bo berdewamkirina serdema Xameneyî û polîtîkayên wî
divê Mucteba Xameneyî wekî xelîfeyê wî were hilbijartin.
Di heman demê de, hin ji dijberên Mucteba Xamaneyî, li ser sîstema mîratî ya hikûmetê hişyarî dane.
Berê Elî Xameneyî bi awayekî axivîbû ku ew di mijara rêberê pêşerojê de xwedî helwestek bêalî ye û dê destwerdanê neke.
Lê belê, di salên dawî de, Elî Xameneyî û ofîsa wî bi zelalî bersiv nedane gotegot û daxuyaniyên li ser cîgirtina Mucteba.
Niha, piştî bêdengiyeke dirêj û nebûna agahdariyê, navê Mucteba Xameneyî bi fermî wekî xelîfeyê Elî Xameneyî hatiye ragihandin.
Jiyannameya Mucteba Xameneyî
Elî Xameneyî şeş zarokên wî hene, çar kur û du keç in.
Mucteba Xameneyî kurê duyemîn ê malbatê ye.
Ew di 8'ê Îlona 1969'an de li bajarê Meşhedê ji dayik bûye.
Mucteba Xameneyî li dibistana olî ya Elewî xwendiye.
Li gorî raporên medyayê, dema ku ew 17 salî bû, çend caran beşdarî şerê Îran û Îraqê bûye û di çend operasyonan de amade bûye.
Di 30 saliya xwe de, di sala 1999'an de, Mucteba Xameneyî çû bajarê Qumê yê olî, da ku perwerdehiya xwe ya olî bidomîne.
Di heman salê de, Mucteba Xameneyî bi keça Xulam Elî Hedad Adil, Zehra Hedad Adil re zewicî.