Serokê DYAyê Donald Trump duh di lûtkeya NATOyê ya ku li Hollandayê pêkhat de, dest nîşan kir ku şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û Îranê de diqewmî, bi dawî bû.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump di civîneke çapemeniyê yê encamnameya lûtkeya NATO’yê de wiha axivî:
“Em ê hefteya bê bi Îranê re hevdîtinekê pêk bînin û dibe ku em peymanekê îmze bikin û ji wan bixwazin ku dev ji bernameya Nukleerî berdin.”
Trump: Cihên nukleerî yên Îranê bi temamî hatin tunekirin
Her wiha Donald Trump di civîna NATOyê de tekez kir ku bi êrîşên Amerikayê yên li ser cihên Nukleerî weke Fordo, Natanz û Esfahanê, projeya Nukleerî ya Îranê bi temamî hatin tunekirin û îdeaya Pentagonê ya ku dibêjê tu ziyan negihêştiye cihên Nukleerî yên Îranê, red kir.
Ceylan Hesen