YE: Em ê 100 milyon Euro bidin Libnanê

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula Von Der Leyen ragihand ku Yekîtiya Ewropayê piştî peywendiyeke telefonî bi Serokê Libnanê Joseph Aoun re, dixwaze 100 milyon euro (115.85 milyon dolar) alîkariya mirovî bide Libnanê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ursula Von Der Leyen di postekê de li ser platforma X got: "Divê em serwerî û aramiya Libnanê ji bo gelê wê misoger bikin."

Von Der Leyen rave kir ku YE berê 40 ton kelûpel şandiye Libnanê û plan dike ku firînên mirovî yên din jî pêk bîne.

Leyen hevxemiya Yekîtiya Ewropayê bi Libnanê û gelê wê re anî ziman û biryara qedexekirina hemû operasyonên leşkerî yên Hizbullahê bi xêr hatî bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye