Endamê Desteya Serokatiya PYD`ê Salih Muslim ku di nav gelê xwe de weke Bavê Wetat tê nasîn, dema ku li Kobanê bû rewşa wî ya tendûristiyê xirab dibe.
Di 2ê Adarê de ji ber pirsgirêka xwe ya tendûristiyê li Kobanê ji bo nexweşxaneya Qamişlo hate vegûhestin.
Lê ji ber rewşa Endamê Desteya Serokatiya PYD`ê dijwar dibe ji bo dermankirinê, bi awayeke acil ji bo nexweşxaneya Başûrê Kurdistanê tê şandin.
Li gor agahiyan Salih Muslim nexweşxaneya Meryem Ana ya Enkawa ya bajarê Hewlêrê piştî nîvro ji ber nexweşiya xwe ya Têkçûna gûrçikan di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku wê sibê cenazeyên wî di saet 8`an de li Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê were kirin.
Xelkên Herêma Cizîrê wê di saet 9`an de pêşwaziya cenazeyê wî bikin. Karwanê pêşwaziyê wê cinazeyê Bavê Welat di nav bajarên Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê û Qamişlo were gerandin.
Li gor saziya malbatê şehîdan a Qamişlo merasîma cenaze û xatirxwestinê dê roja Înê, 13ê Adarê, li lîstîgeha 12’ê Adarê ya li Qamişloyê bi beşdariya gel û hevalên me yên di têkoşînê de werin lidarxistin.
Piştre merasîma cenazeyê dê ber bi Kobanî ve biçe, li wir merasîmên dawîn ên xatirxwestinê dê werin lidarxistin, û dê li Goristana Şehîd Dicla ya li Kobanê were veşartin.