Di rojên dawî de ji ber şerê li Rojhilata Navîn, bihayên petrolê dîsa zêde bûn.
Êrîşên li dora Tengava Hurmuzê û astengiyên li çûn û hatina deryayî li bazarên enerjiyê yên cîhanî rê li ber fikaran vekir.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ragihand ku ji ber nezelalî û pirsgirêkên dabînkirinê yên ku ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn çêbûne, wê 400 milyon bermîl petrol, ji rezervên awarte yên welatên endam pêşkeşî bazarê bin.
IEA’yê diyar kir ku 32 welatên endam bi yekdengî biryar girtin û ew armanc dikin ku kêmbûna dabînkirina bazarên petrolê sivik bikin.
Wezîra Enerjiyê ya Spanyayê Sara Aagesen diyar kir ku ev mîqdar du qat ji rezervên ku di dema dagirkirina Rûsyayê ya Ûkraynayê di sala 2022’an de hatine kirin, zêdetir e.
Wê demê welatên endam ên IEA’yê bi tevahî 182 milyon bermîl petrol di du qonaxan de derxistibûn bazarê.
Li gorî daneyên IEA’yê, welatên endam niha xwediyê zêdetirî 1.2 milyar bermîl rezervên stratejîk ên petrolê ne.
Her wiha bi qasî 600 milyon bermîl petrol di depoyên şîrketên enerjiyê di bin fermanên hikûmetê de hene.
Yek ji sedemên sereke yên li pişt biryarê krîza ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn li ser Tengava Hurmuzê çêbûye ye.
Beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanê di Tengava Hurmuzê re derbas dibe.
Wezîrê Aboriyê yê Fransayê Roland Lescureda zanîn ku ev gav peyamek zelal ji bazarê re dişîne û got:
"Her çiqasî Tengava Hurmuzê yekser neyê vekirin jî, divê em nîşan bidin ku em dikarin bi rêyên din petrolê telafî bikin.”
Almanya ji bikaranîna rezervên xwe re amade ye
Her wiha Almanya ji ber zêdebûna bilez a bihayên enerjiyê, bêyî ku li benda biryara IEA’yê bimîne, amadekariyan dike ku beşek ji rezervên xwe yên stratejîk ên petrolê derxîne bazarê.
DYA li ser bikaranîna rezervên xwe difikire
Rêveberiya DYA’yê ji bo sînordarkirina zêdebûna bihayên petrolê, îhtîmala bikaranîna rezervên xwe yên stratejîk dinirxîne.