Rayedarên li Tyrolê piştî ku hejmara miriyên ji ber aşûtê li Awistiryayê di zivistanê de gihîşt 21 kesan, ji skîvanan xwestin ku ji çiyayên bêasfalt dûr bisekinin.
Rayedaran piştrast kirin ku xetere wê çend rojan berdewam bike.
Ji roja Pêncşemê ve heta 40 santîmetre berf li seranserê welatê Alpê bariye, ji ber vê yekê ji bo başûrê rojhilatê Awistiryayê, bi taybetî li herêma derdora bajarê Grazê, hişyarî hat dayîn.
Li Viyanayê, trafîka hewayî ku ji sibehê hatibû sekinandin, nîvro, ji nû ve dest pê kir.
Şîrketên elektrîkê ragihandin ku li gelek deverên başûr û rojhilatê welêt, 30 hezar mal bê elektrîk mane.
Li gorî medyaya herêmî, li Slovenyayê ya cîran, 40 hezar xanî zirar dîtine.
Her wiha li bakur-rojhilatê welêt jî aloziyên mezin çêbûne.