Li gorî malpera fermî ya parêzgehê, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed komek tedbîrên pratîkî, ji bo xurtkirina îstîqrara xizmetguzarî û îdarî, eşkere kir.
Armanca tedbîran zêdekirina îstîqrara xizmetguzarî û îdarî ye
Nûredîn Ehmed diyar kir ku armanca van tedbîran, zêdekirina îstîqrara xizmetguzarî, îdarî û hêsankirina tevgera welatiyan e.
Nûredîn Ehmed: Hemû rêyên ber bi bajarê Hesekê ve dê bên vekirin
Parêzgar da zanîn ku piştî tedbîrên pêwîst ji bo ewlekarî û misogeriya selametiya tevgera çûnûhatinê hatin temamkirin, dê roja yekşemê hemû rêyên ber bi bajarê Hesekê ve bên vekirin.
'Ji bo vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê xebat tên kirin'
Parêzgar her wiha got ku roja şemiyê (21'ê Sibatê) şandeyek teknîkî dê ji Şamê bê, ji bo xebatên jinûve vekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê temam bike û dîsa bikeve xizmetê.
Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku komîteyeke pispor li ser pêvajoya entegrasyona saziya giştî ya bazirganî û pîşesaziya Genim çavdêriyê dike û karmendên berê hatine derxistin li gorî rêzikên qanûnî vegeriyane karê xwe.
Nûredîn Ehmed: Komek ji girtiyan dê werin berdan
Parêzgar diyar kir ku wê roja şemiyê (21'ê Sibatê), komek ji girtiyan werin berdan û dê rêwîtiyên bejayî yên navbera Hesekê û Şamê jî jinûve werin destpêkirin, da ku têkilî, tevgera welatiyan û kelûpelan hêsantir bibe.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed da xuyakirin ku ji bo jinûve aktîvkirina tevahî beşên xizmetguzariyê ku pêdiviyên şêniyan dabîn bikin, îstîqrara îdarî û xizmetguzarî xurtir bikin, qonaxa bê bi rêya saziyên parêzgehê, dê bêtir gavên pratîkî bi xwe re bîne.