Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, tevlî hevdîtina li taxa Yeşîlyurt a Mûşê bû.
Di hevdîtinê de, bi jinan re atolye hat kirin û li ser têkoşîna jinên Kurd, hat nîqaşkirin.
Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar, axivî û da zanîn ku li hemû cîhanê newekheviyeke mezin heye û herî zêde jî jin bi vê newekheviyê re rû bi rû tên.
Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha dawî li axaftina xwe anî:
“Her roj qirkirina jinan tê jiyîn. Berê digotin cînayetên namûsê. Serê wê cînayetê digirtin û jin sûcdar nîşan didan.
Jin jiyaneke azad û wekhev dixwazin."