Li Mêrdîn, Xarpêt û Antalyayê Roja Aştiyê hat pîrozkirin

Li Mêrdîn, Xarpêt û Antalyayê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, mîtîng hatin lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di mîtînga li Mêrdînê de axivî û got: “Divê komîsyon bi lez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Artûliya ya Mêrdînê, li bajarokê Yazî Konak ê Xarpêtê û Antalyayê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng hatin lidarxistin.

 

Gelek kesên ku tevlî mîtîngan bûn û durişmeyên “Bîjî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

 

Li Mêrdînê Platforma Saziyên Demokratîk li Artukluyê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî axivî.

 

Tulay Hatîmogullari: Divê herkes berpirsyariyên xwe bi cîh bîne

 

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku pêwîste herkes bi cîddîyetek mezin nêzî pêvajoyê bibin û got: “Divê komîsyon bi lez bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.

 

Divê em di vê serdemê de hîn bêtir xwe birêxistin bikin û bixebitin. Divê her kes berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.”

 

Enver Havîklî: Jin û ciwan dê pêşengiya aştiyê bikin

Li Xarpêtê jî cihê şahiyê li bajarokê Yazi Konakê bû. Rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyan û girseyek kalabalix tevlî şahiyê bû.

 

Di şahiyê de, endamê Meclîsa Ciwanan a Xarpetê ya DEM Partiyê Enver Havîklî axivî û bal kişand li ser rola ciwanan û wiha berdewam kir: “Tevgera ciwanan û jinan dê bibin pêşengên aştî û siyaseta demokratîk.”

 

Ustercî: Em dixwazin rondikên dayikan rawestin

 

Şaxa Antalya ya ÎHD jî li Antalya bi boneya Roja Aştiyê, panelek li dar xist.

Hevserokê Giştî ya ÎHD Huseyîn Kuçukbalaban, Sekreterê Giştî ya TÎHV’ê Coşkun Ustercî, Akademîsyena Aştiyê Hafîze Ozturk û Dayika Aştiyê Hulya Ayik beşdarî panelê bûn.

 

Coşkun Ustercî di axaftina xwe de bal kişand ser rabûrduyê û got: “Di şerê 40 salan de, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da. Êdî em dixwazin rondikên dayikan rawestin.”

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24