Li Mûşê 2 kes hatin kuştin

Li Parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di erîşekê de, 2 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Mûşê, êrîşek li ser kargehekê pêk hat, di encamê de, 2 kes hatin kuştin.

 

Ev êrîş di şeva borî de, li navçeya Kopê ya Mûşê derketibû, kesekî nenas gule li Halît Taşdemîr û zavayê wî Turkmen Ozkan reşandin.

 

Di encama vî êrişê de, Halît Taşdemîr jiyana xwe ji dest da û zavayê wî jî bi giranî birîndar bû.

 

Tîmên tenduristiyê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û Turkmen Ozkan rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber giraniya birnînên xwe, Ozkan jî jiyana xwe ji dest da.

 

Polîsan ji bo girtina êrişkarê ku nasnameya wî hat diyarkirin, dest bi lêgerîn û lêkolînê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye