Di navbera Îran û Amerîka, Ewrûpa û Îsraîlê de, nakokî li ser bernameya nuklerî ya Îranê, berdewam dikin.
Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, bi malpera Khamaneı.ır re hevpeyvîn kir.
Mesûd Pizişkiyan, diyar kir ku Tehran bi "şerekî giştî" li hemberî Amerîka, Ewrupa û Îsraîlê re rû bi rû ye.
Pezeşkiyan, tekez kir ku rewşa aborî û krîza enerjiyê ya welêt gihîştiye "astên krîtîk".
Mesûd Pezeşkiyan: Îran di bin zexteke giran de ye
Serokê Îranê, destnîşan kir ku Îran, di bin zexta aborî, leşkerî, siyasî, ewlehî û medyayê de ye.
Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, da zanîn ku Amerîka, Îsraîl û Ewrûpa naxwazin ku Îran li ser lingên xwe bisekine.
Mesûd Pizişkiyan, ev zext ji Şerê Heşt Salî yê Îran û Îraqê "tevlihevtir û dijwartir", bi nav kir.
Pizişkiyan, tekez kir ku Îran niha bi zexteke hevdem li ser debara jiyana xwe, siyaset, çand û ewlehiya xwe ji "hemû aliyan" re rû bi rû ye.
Xameneyî: Pirsgirêka bingehîn di navbera Îran û Rojava de 'sîstema îslamî' ye
Li aliyê din, Serokê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, roja şemiyê, nameyek weşandin.
Elî Xameneyî, di nameyê de, idîa kir ku tiştê ku rêberên Rojavayî li ser Tehranê hêrs kiriye ne bernameya nukleerî ye, lê belê plana "sîstemeke Îslamî ya neteweyî û navneteweyî" ye ku Îran dixwaze bi cîh bîne.
Îranê, di şerê 12 rojan de bi Îsraîlê re jî, ziyanên mezin, di binesaziya xwe ya nukleerî, leşkerî û ewlehiyê de dîtibû.
Her wiha siyaseta Xameneyî ya derve, di sîh salên dawî de jî, gelek zehmetî li ser welatiyên Îranê bar kiriye.
Di heman demê de, cezayan jî beşeke mezin ji aboriya Îranê, seqet kiriye.
Di rewşa xirab a aborî ya li Îranê de, rêjeya enflasyonê ya salane, vê mehê gihîştiye ji sedî 52.6'an.