Li gorî agahiyan dê hezar malbatên ji Efrîn û navçeyên wê di nava çend rojan de vegerin warê xwe.
Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê vegeriyane warên xwe.
Koma yekemîn ku ji 400 malbatan pêk dihat, di 9’ê Adarê de ber bi Efrînê ve bi rêket.
Her wiha koma duyemîn ku ji 200 malbatan pêk dihat, di 4’ê Nîsanê de vegeriyabûn Efrînê.
Tê payîn ku koma sêyemîn a koçberan, di nava vê heftiyê de ku ji hezar malbatî vegerin Efrînê.