Li Silêmaniyê panela Roja Demokerasiyê hat lidarxistin

Îro li Silêmaniyê bi boneya15’ê Îlonê Roja Demokrasiyê ya Navnetewî panelek hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Peymangeha Teknîkî ya Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê, bi beşdariya panelîst Rojnamevan Dr. Edalet Ebdullah, Siyasetmedar Ebûbekir Karwanî û Pispora Sîstema Siyasî Tara Umer ve panelek hat lidarxistin.

 

 Tara Umer: Pêdivî bi demokratîkirina pergalê heye

 

Tara Umer di panelê de daxuyakirin ku ji bo afirandina pergalek demokratîk, pêdivî bi avahiyek demokratîk a civakî, siyasî, aborî û çandî heye.

 

Ebûbekir Karwanî: Desthilat bê qanûn li gor xwe tevdigere

 

Ebûbekir Karwanî jî da zanîn ku nebûna destûreke parlementoyê, dihêle ku desthilat li gor xwe tevbigerin û ev nirxandin kir:

“Ev 10 sale budçe nehatiye pêşkêşkirin bo parlemanê û destûr nehatiye dayîn ku kes çavdêriya hikûmetê bike, lewma bi êrkên xwe yên sereke ranabe.”

Edalet Ebdullah destnîşan kir ku ji ber sansûrê medya nikare di xurtkirin û pêşxistina jiyana demokratîk de rolê xwe bileyîze.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24