SOHR: Li seranserî Sûriyê di 15'ê îlonê de 16 kes hatin kuştin

Li Sûriyê rojane kuştina mirovan pêk tê. Navanda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku li Sûriyê di 24 saetên dawî de 16 kes hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî belgekirina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, hûrguliyên qurbaniyan wiha ne:

“Endamekî rêjîma BAAS, li nêzî mala xwe li Şamê hate kuştin.

Zarokek 8 salî ji ber guleyeke şaş li gundewarê Idlibê hat kuştin.

Li gundewarên Tedmurê, di encama teqîna mayînekê de, ciwanekî 19 salî  jiyana xwe ji dest da.

Ciwanek li Humsê, yek li gundewarê Derayê û yek jî li ser rêya balafirgeha Qamişlo hat kuştin.

li Siwêdayê 9 sivîl, ji hêla Endamên Wezareta Parastinê yê Sûriyeyê ve hatine kuştin.

Li Baniyasê, welatiyek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24