Doza betalkirina kongreyên CHP’ê yê 38’an a asayî û yê 21’an a derasayî duh hat dîtin.
Di saetên ku doz dihat dîtin de MYK CHP'ê jî bi rojeva dozê civîn li darxist.
Piştî civînê berdevkê CHP’ê Denîz Yucel axivî û got: “Doza ku îro hat dîtin mehkumî red kirinê ye.”
Yucel balkişand li ser biryarên dadgehê û wiha domand: “Daxwazên dozdaran ku berê 9 caran hatibû redkirin îro cara 10’an jî hat redkirin.”
Yucel ji bo îddîayên ku 'yên dozê vekirine jî, yên doz li wan hatiye vekirin jî ji CHP’ê ne' jî bersiv da û got: “Yê ku doz vekiriye Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê beriya dozê veke ji ber sucek kiribû ji partiyê hatibû dûrxistin.
Ango ne endamê partiyê ye. Ji ber vê yekê li gor Qanûna Muhakemeyên Hiqûqê ehlîyeta wî, sifatê wî yê alîbûyînê, ango mafê wî yê doz vekirinê dahî nîne.
Ên ku ev doz vekirine ne ji CHP’ê ne, li hember me CHP’îyan, amûrên desthilatdariyê hene.”
Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Denîz Yucel herî dawî balkişand li ser êrîşên li hember CHP’ê û wiha lê zêde kir: “Ev êrîş kir ku CHP’î li partiya xwe xwedî derkevin û kir ku hemû kesên xwedî wijdan, xwedî hestên edaletê li hember neheqiyên li dijî CHP’ê dengê xwe bilind bikin.”