Serhildana “jin, jiyan, Azadî” li dijî tundî û qetilkirina jinan e

Ev serhildan di kesayeta qetilkirina Jîna Emînî de bi felsefeya `Jin Jiyan Azadî` li dijî pergala baviksalarî, mezhebperestî, û tepeserkirina jinan pêş ket. Bi serhildana jinan ya ji bo şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" li Îranê heta 15`ê Çileya 2023`an, di nav de 71 zarok 524 kes hatin kuştin, her wiha 68 ji wan kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin karmendên ewlehiyê bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" serhildanek e ku ji dil û hesta jinan dest pê kir. Serhildan di demek kurt de, bû sembola berxwedana civakî li dijî pergala zilm, tepeserî û desthilatdariya baviksalariyê.

Şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" di 17'ê Îlona 2022'an de, piştî ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji Saqiz di bin destê polîsên Îranê de hat qetilkirin, dest pê kir.

Qetilkirina Jîna Emînî şikestinek di hestan de û hêrseke pir mezin di jinan de çêkir. Ev hest û hêrs bû slogana "Jin, Jiyan, Azadî" ji kolan, gund, navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û pêl bi pêl li seranserê Îranê belav bû. 

Slogana "Jin, Jiyan, Azadî" bû manifestoya şoreşa gelan a sedsala 21’ê, ku di bin felsefeya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de xwe nîşan da.

 

Felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî"

 

Gontina Jin Jiyan Azadî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û di vê derbarê de dibêje: “Li Kurdistanê her du peyvên Jin û Jiyan xwedî heman kokê ne. Ji bo jiyaneke azad, divê jin azad be.”

Ev felsefe di salên 2000'î de di pêşengtiya Tevgera Rizgariya Kurd PKKê de wekî sembola azadiyê li ser serhildanên jinan hate pêşxistin

 

“Zextên rejîma Îranê li ser jinan”

 

Bi vê durişmeyê Gelên Îranê li hember zext û zordariyên rejîmê, xwe parastin.

Bi qetilkirina Jîna Emînî re felsefeya berxwedanê ya( Jin Jiyan Azadî) ji alîyê her kesî ve hîn şênbertir hat dîtin.

Polîsên rejîma Îranê û hêzên istixbarata Îranê zextên lêdana qemçiyan, binçavkirina zorê, û heqaretên wek fîzîkî û psîkolojîk li ser jinan kirin.

Her wiha bi îdîaya binpêkirinên olî zagonên nixumandina por li ser jin û zarokên keç ferz kirin.

Bi vê yekê jî jinên Kurd, Fars, Azerî, Belûcî û Ereb li dijî zorê, hîcaba ferzkirî û siyaseta faşîst a rejîmê, bi hev re derketin kolanan.

 

Di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de li Îranê 524 kes hatin kuştin

 

Ji 15'ê Çileya 2023`an bi tevahî 19,401 kes di nav de 713 xwendekar, di derbarê xwepêşandanan de hatine binçavkirin an girtin. 71 zarok 524 kes hatin kuştin, her wiha 68 ji wan kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin karmendên ewlehiyê bûn.

 

Dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" li seranserê cîhanê belav bû

 

Di 20`ê Îlona 2022`an de, jinên Efxanistanê bi slogana "Jin, Jiyan, Azadî" ji bo piştgiriya jinên Îranê xwepêşandanek li darxistin.

Li Fransayê di Îlona 2022'an de li kêleka wêneyê jinên xwepêşandarên Îranî yên bê hîcab, slogan bi Farisî û Fransî (Femme, Vie, Liberté) çap kir.

Îran jî slogan di dema xwepêşandanên ku piştî mirina Jîna Emînî di Îlona 2022'an de pêk hat, zêdetir deng veda.

Li Swêd di Parlamena Ewropayê de bi Kurdî û İngilîzî jinan got "Jin, Jiyan, Azadî" berî ku pora xwe ji bo hevgirtinê bi xwepêşandanên li Îranê qut bike.

Tirkiye jî di 21’ê Îlona 2022’an de jî xwepêşandaran li Tirkiyê dema ku li ber sefaretxaneya Îranê kom bûn, slogana "Jin, Jiyan, Azadî" gotin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24