Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) rapora meha Gulanê ya binpêkirinên mafên rojnamevanan, li Bakurê Kurdistanê, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
MKG destnîşan kir ku ji ber nûçe û rastiyên ku rojnamevan ji raya giştî re radighînin, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî fişarê tên.
Di raporê de hat ragihandin ku di nav mehekê de, mafên 41 rojnamvenan hatine binpêkirin. 9 rojnamevanên jin jî hîna dîlgirtî ne.
Amarên binpêkirinan ên ku hatî belavkirin: “Êrîş li ser 2 rojnamevan û dezgeheke medyayê. Rojnamevanek hat binçavkirin, rojnamevanek hat girtin. Lêpirsîn derheqê 5 rojnamevanan de. 2 rojnamevan rastî kiryarên xirab hatin, 2 rojnamevan rastî gefan hatin û şopandina nûçeyan ji rojnamevanekî re hat astengkirin. Doz li dijî 6 rojnamevanan hatin vekirin. 2 rojnamevanên ku doz li wan hat vekirin bi 10 meh cezayê girtîgehê û 23,500 TL hatin cezakirin. 12 dozên ku li dijî 19 rojnamevanan hatine vekirin berdewam dikin, 9 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne.”
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew ê bêdeng nemînin û ji bo azadiya rêhevalên xwe, xebatê bikin.
Ebîr Muhemed