Li Trabzonê, Şenol Bostan bi çekek hevjîna xwe Îrem Bostan qetil kir, ku ew pê re di pêvajoya veqetînê de bû.
Şenol Bostan piştî ku Îrem Bostan kuşt, bi heman çekê xwe kuşt.
Piştî agahî dayina şêniyên li vir dimînin, tîmên bijîşkî û polîsan çune cihê bûyerê.
Tîmên bijîşkî destnîşan kirin ku hem Îrem Bostan û Şenol Bostan mirine.
Piştî muayeneya dozgeriyê cenaze ji bo otopsiyê birin morgê.
Lêpirsînek li ser bûyerê hatiye destpêkirin.
Li Aêwasê zarokekî bi çekan êrîşî malbata xwe kir
Li Sêwasê, zarokekî di nîqaşekê de bav û birayê xwe yê mezin bi çek kuşt, û dû re hewl da ku dapîra xwe bikuje û ew birîndar kir.
Piştî agahiya ji kesên ku li wir dimînin, tîmên bijîşkî û polîs çûn cihê bûyerê.
Lêkolînan eşkere kir ku bav û birayê wî yê mezin mirine, lê dapîra zarok bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.
Zarok hate binçavkirin û lêpirsîn li ser bûyerê hate destpêkirin.