Çalakiyekê protestoyê ji bo girtina jinên Beluc berdewam e

Tevgera Belucistana Xweser (FBM), revandin û girtina keyfî ya jinên Beluc bi çalakiyekê protesto kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevgera Belucistana Xweser (FBM), li bajarê Manchesterê yê Ingilistanê revandin û girtinên keyfî yên li dijî jinên Beluc çalakiyeke protestoyî li dar xist. Ji Partiya Karkeran a Sosyalîst Geoff Brown, ji tevgera “Em Guherînê Dixwazin (We Demand the Change)” Markus West, Raji Baloch û Nobat Marri di çalakiyê de axivîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. 

FBM’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku zexta dewletê ya li ser jinên Beluc di demên dawî de zêde bûne û got: “Jin ji malan tên revandin û tên windakirin. Bi taybet jî Pakistan û Îran hewl dide berxwedana gelê Beluc têk bibe û di vê çarçoveyê de zextekî giran di demên dawî de li jinên Beluc dikin.”

Piştî serxwebûnê zextên Pakistanê zêde bûn 

Di berdewama axaftina xwe de “Îna Xwînî” ku di sala 2022’yan de herî kêm 80 kes di çalakiyên Jîna Emînî û Maho Baloch de hatibûn qetilkirin hat bibîrxistin. Hat diyarkirin ku piştî serxwebûna Belucistanê, zextên Pakistanê giran bûne û yek jê jineke ducanî gelek jin hatine revandin û tu agahî jê nayên girtin. 

Bi domdarî girîngiya piştevaniya navneteweyî hat destnîşankirin ku ji xelkê Ingilistanê hat xwestin ku li dijî zextên ser gelê Beluc dengê xwe derxînin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye