Jinan bang kir: Pêşîgirtina li kuştina jinan tenê bi civaka rêxistinkirî pêkan e

Rêxistin û saziyên jinan tevî rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Amedê li dijî qetilkirina jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan destnîşan kir ku bêyî ewlehî û azadiya jinan azadiya civakê pêkan nabe û diyar kirin ku yekane rêya pêşîgirtina li kuştinan avakirina civakeke demokratîk û rêxistinkirî ye. Rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî li Dortyola navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan û qetilkirina Ayfer Çakmak û zêdebûna kuştina jinan şermezar kirin. Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Vefa Elyakût bal kişand ser êrîşên li ser jinan û got, “Ji kuştinan re êdî bes e.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî da zanîn ku di meha dawî de li bajêr 4 jin hatine qetilkirin û destnîşan kir ku tenê têkoşîna rêxistinkirî dikare pêşiya van kuştinan bigire. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî banga wekheviyê li mêran kir û diyar kir ku ji qetilkirina jinekê şermeke mezintir tune ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî li Dortyola navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan û qetilkirina Ayfer Çakmak û zêdebûna kuştina jinan şermezar kirin.

Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Vefa Elyakût bal kişand ser êrîşên li ser jinan û got, “Ji kuştinan re êdî bes e.” 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî da zanîn ku di meha dawî de li bajêr 4 jin hatine qetilkirin û destnîşan kir ku tenê têkoşîna rêxistinkirî dikare pêşiya van kuştinan bigire.

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî banga wekheviyê li mêran kir û diyar kir ku ji qetilkirina jinekê şermeke mezintir tune ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye