Ciwana Osê: Tabloya ‘Kenê serkeftinê’ xêz kiriye

Wênexêz Ciwana Osê, wêneya Rojnamevana şehîd Cîhan Bîlgîn bi navê `Kenê Serkeftinê` xêz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wênexêza ciwan, Ciwana Osê, a 20 salî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî.

Ew hestên xwe yên derbarê mijarên mirovî û neteweyî de, bi rengan tîne ser ziman.

Ciwana Osê, derbarê şehîd Cîhan Bîlgîn de axivî û got:

“Şehîd Cîhan ji bo min çîrokeke serkeftinê ye, lewma min ew weke mijara tabloya xwe hilbijart.

Ew bêdudilî tevlî  berxwedana Bendava Tişrînê bû û bû sembola îradeya jinên azad.

Bi rêya vê tabloyê, min xwest kenên Cîhanê xêz bikim û min navê tabloyê kir ‘Kenê Serkeftinê'.”

Wênexêz Ciwana Osê, diyar kir ku tabloya herî nêzî ruhê wê, wêneya şehîd Cîhan Bîlgîn e.

Nûçegihan Cîhan Bîgîn, di 19`ê Kanûna 2024`an de, dema ku berxwedana bendava Tişrînê dişopand, di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de, şehîd bûbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye