Hizbullah ji nû ve dest bi avakirina cebilxane û rêxistinkirina refên xwe dike

Çavkaniyekî ji Rojnameya Wall Street Journal re, ragihand ku Hizbullah li Lubnanê ji nû ve dest bi avakirina cebilxane û rêxistinkirina refên xwe dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hate eşkerekirin ku Hizbullah mûşek, çekên dijî tank û topan ji nû ve kom dike.

Her wiha hate diyarkirin ku Hizbullah çekan bi rêya Bendergehên deryayî û rêyên qaçaxçîtiyê yên di nav Sûriyê de tîne.

Heman Çavkaniyê ji Wall Street Journal re got ku Hizbullah hin çekan bi xwe çêdike.

Desteya Weşana Îsraîlê anî ziman ku Tel Aviv li hember hewldanên Hizbullah ên ji bo xurtkirina şiyanên xwe wê artêşa îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî zêde bike.

Ev pêşketin di demekê de tên ku ev çend hefte ne artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên asmanî li ser başûrê Lubnanê zêde tevî ku di dawiya sala 2024´an de agirbestek hate ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye