Di merasîmê de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları, parlamenterên DEM Partiyê û CHP`ê, nivîskar, helbestvan, hunermend, malbata wî û hezkiriyên wî amade bûn.
"Kek Ahmet, heta di dema oxirkirinê de jî, bi bîr xist ku dema em tên cem hev em çiqas bedew in. Ew mirovê herî hêja û bi rûmet bû ku min nas kiriye; lewma ez ê xatir jê nexwazim."
Keça Ahmet Tellî: Bavê min ji me re mîrata wijdan û piştgiriyê hişt
Keça Ahmet Tellî, Eylul Tellî, di merasîmê de axivî û diyar kir ku bavê wê ne tenê bi helbestên xwe, lê bi awayê jiyana xwe jî şopek li pey xwe hiştiye.
Eylul Tellî hestên xwe bi van gotinan anî ziman:
"Mîrateya herî mezin a ku bavê min ji me re hiştiye, ne tenê pirtûkên wî ne; wî nirxên bi rûmet jiyanê û qet windanekirina wijdan an hesta piştevaniyê ji me re hişt."
Di vê navberê de, çelenga ku ji aliyê Kemal Kılıçdaroglu ve hatibû şandin, ji aliyê xizmên helbestvan ve nehate qebûlkirin û paşve hate şandin.
Piştî merasîma bîranînê, ji bo Ahmet Tellî nimêja cenazeyê hate kirin.
Ahmet Tellî, ku kesayetekî girîng ê helbesta Tirkî bû, li Goristana Karşıyaka ya Enqereyê hate veşartin.