Operasyonên di navbera Ûkrayna û Rûsyayê bi awayekî dijwar berdewam dike.
Herdu welat di armanckirina binesaziyên leşkerî de bi dron û mûşekan êrîşan dikin.
Di berdewamiya van êrîşan de, artêşa Ûkraynayê ragihand ku parzûngeha petrolê ya li herêma Samarayê ya Rûsyayê armanc kiriye.
Her wiha fermandarê hêza dronan a Ûkraynayê Robert Provdi jî eşker kir ku Kîevê tenê di roja yekşemê de 14 keştiyên Rûsî armanc kirine ku di nav wan de 10 tanker jî hebûn.
Li gorî daxuyaniya Robert Provdi, hejmara keştiyên Rûsî yên di vê hefteyê de hatine armanckirin gihiştiye 90 keştiyan.
Rayedarên Rûsî jî ragihandin ku droneke Ûkraynî dema tankereke Rûsî dixwest ji Deryaya Azovê derbasî Deryaya Reş bibe, armanc kir.
Hat zanîn ku ev tanker ku ji aliyê Ûkraynayê ve hat armanckirin, vala û bêbar bû, ji ber vê yekê agirê ku li ser wê derket, hat kontrolkirin.
Ûkrayna bi hemû hêza xwe êrîşî Rûsyayê dike
Artêşa Ûkraynayê di demên dawiyê de êrîşên xwe li ser tenkerên Rûsyayê yên li Deryaya Azovê zêde kirine.
Kîev van êrîşan wekî kampanyayekê bi nav dike ku armanc dike rê li ber dabînkirina sotemeniyê ji hêzên Rûsyayê re bigire û Nîvgirava Kirimê ya di bin kontrola Moskovayê de îzole bike.
Li gorî agahiyan, êrîşên Ûkraynayê yên li ser binesaziya lojîstîkî û sektora enerjiyê ya Kirimê, sotemenî kêm kiriye û bûye sedem ku rayedar li nîvgiravê rewşa awarte ragihînin.