Taywan tetbîqatên herî mezin ên leşkerî pêk tîne

Di navbera Çîn û Taywanê de aloziya şer her ku diçe giran dibe. Artêşa Taywanê ji bo bersivdayîna êrîşên muhtemel ên Çînê, dest bi mezintirîn tetbîqatên leşkerî yên salane yên bi navê "Han Kuang" kir. Di van tetbîqatên berfireh de, ji bilî çekên giran û dronan, simulasyonên şer ên rastîn û amadekariyên sivîl jî cih digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera Çîn û Taywanê de nîşanên şer derketine û her aliyek bi şêwazekî cuda xwe amade dike. Ji ber ku Çîn her tim gefa destwerdanê li Taywanê dixwe, artêşa Taywanê dest bi amadekariyên berfireh kiriye da ku di dema krîzan de bersiveke tund bide.

Taywanê ragihand ku wan roja çarşemê, bi armanca xurtkirina amadebûna artêş û hemwelatiyên xwe, dest bi tetbîqatên leşkerî yên "Han Kuang" kiriye.

Ev tetbîqatên ku ji 5'ê tebaxê heta 14'ê tebaxê didomin, simulasyona senaryoyên şer ên rastîn vedihewînin.

Di roja yekem de, bi dehan leşkerên yedek li peravên Tengava Taywanê hatin bicihkirin û li wir ceribandina tifingên êrîşê û tetbîqatên gulebaranê pêk anîn.


Rayedarên parastinê yên Taywanî diyar kirin ku tetbîqatên îsal rê didin yekîneyên leşkerî ku şiyanên xwe di hawîrdoreke şer a rastîntir de biceribînin û fermanberên meydanî bêyî fermanên navendî biryaran bidin.

Her wiha di çarçoveya stratejiya şerê asîmetrîk de, bikaranîna dronên keşf û êrîşê di operasyonên "zincîra kuştinê" de hatin ceribandin.

Di tetbîqatan de tevahiya cûreyên çekan hatin bikaranîn û parastina sivîl jî nehat jibîrkirin.

Ji bo ceribandina şiyana hemwelatiyan a di dema krîzan de, tetbîqatên êrîşên asmanî hatin kirin û li hin deveran leza înterneta mobîl ji bo 30 deqeyan hat hêdîkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye