Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer li nêzîkî Turbeya Zeynel Beg li Bendava Ilisuyê pêk hatiye.
Welatiyên ku di nava avê de cenazeyê jinekê dîtin û agahî dan Navenda Banga Lezgîn a 112`an.
Li ser agahdarkirinê, tîmên cendermeyan, tenduristî û pêwendîdar çûn cihê bûyerê.
Bi xebata tîman re cenaze ji avê hat derxistin.
Piştî lêkolînê hat hînbûn ku navê wê Lale Ûlûç e.
Ji bo tespîtkirina sedema teqez a mirina Lale Ûlûç, cenaze birin morga nexweşxaneya perwerdehî û lêkolînê ya Êlihê.
Her wiha têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.