Di encama êrîşeke mezin a Ukraynayê ya li ser Rûsyayê de Rafîneriya petrolê ya Yaroslavlê şewitî.

Rûsyayê ragihand ku wan di nava şevê de 605 dronên Ukraynayê xistine, lê bermayiyên dronan li herêma Yaroslavlê bûn sedema Şewtandina rafîneriyeke petrolê û zirar gihandin malên sivîlan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Walîyê herêma Yaroslavlê ya Rûsyayê Mîxaîl Îvrayev ragihand ku herêm rûbirûyê êrîşeke mezin a dronên Ukraynayê bûye.

Li gorî daxuyaniya Îvrayev, pergala parastina esmanî û şerê elektronîk êrîş şikandiye, lê bermayiyên dronên ku hatine xistin li rafîneriyeke petrolê ketine û agir bi rezervanên sotemeniyê ketiye.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber parçeyên dronan sê xanî şewitî ne û zirar gihîştiye çend avahî û otomobîlan.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di nava şevê de bi giştî 605 dronên Ukraynayê hatine rûxandin, ku 92 ji wan li ser esmanê Yaroslavlê hatine xistin.

Li Kîevê paytexta Ukrayna, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştrast kir ku artêşa wan di kûrahiya axa Rûsyayê de du rafîneriyên petrolê yên girîng bi serkeftî hedef girtine.

 Zelensky navê van rafîneriyan wekî "Bashneft-Novoil" li komara Bashkortostanê û "Slavneft-YANOS" li herêma Yaroslavlê ragihand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye