Hat hînbûn ku di pêla duyem a operasyona vê sibehê de ya li dijî Şaredariya Etîmesgutê, di serî de Cîgirên Serokê Şaredariya Etîmesgutê Gultekîn Bayindir û Fîkret Gozuoglu jî di nav de, ji bo gelek kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de, di demjimêrên sibehê de li avahiya şaredariyê lêgerîn hat kirin.
Beriya niha jî, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî şaredariyê operasyon dabû destpêkirin û 44 kes hatibûn girtin.