Pervîn Buldan ji bo dîtina kujerên Buldan, Yildirim û Karay serî li Wezareta Dadê da

Parlementera DEM Partiyê Pervîn Buldan, piştî daxuyaniyên dawî yên rayedarên dewletê yên derbarê kuştinên kiryarniyar (faili meçhul) ên salên 90'î de, bi rêya parêzerên xwe serî li Wezareta Dadê da û daxwaza lêkolînkirina fail û berpirsiyarên qetilkirina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlementera Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, ji bo ronîkirina cînayetên siyasî yên salên 1990'î gaveke nû avêt. Buldan, ji bo dîtina kujerên hevjînê xwe Savaş Buldan û karsazên Kurd Adnan Yildirim û Hacî Karay ku di 3'yê Hezîrana 1994'an de hatibûn revandin û qetilkirin, bi fermî serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.


Di serlêdana ku ji aliyê parêzeran ve hat kirin de hat diyarkirin ku daxuyaniyên dawî yên hin rayedarên berê yên dewletê û daxuyaniyên di çapemeniyê de derketine, wekî "delîlên nû" û "îtîrafên eşkere" tên pejirandin. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku divê ev îfade û agahî wekî daxwazeke hiqûqî werin nirxandin û ji bo derxistina holê ya berpirsên li pişt van kuştinan lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.

Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew ê heta dawiyê şopandina vê dozê bikin û destnîşan kir ku bêyî rûbirûbûna bi raboriyê û ronîkirina van cînayetên tarî, edalet li welat bi cih nabe. Hat ragihandin ku parêzerên malbatê daxwaz dikin ku lijneyeke serbixwe ya lêkolînê were avakirin û hemû belgeyên di arşîvên dewletê de yên têkildarî vê rûdanê werin eşkerekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye