Hat Nûkirin:
Rayedarên Nepalê îro ragihandin ku hejmara mirinên ji ber lehiyê gihîştiye 903 kesan.
Her wiha li gorî rayedarên Nepalî, heta niha 4 hezar û 247 kes ji ber vê lehiyê winda ne û çarenûsa wan ne diyar e.
Li aliyê Çînê jî ku lehî gihîştibû hin deverên wê, hat eşkerekirin ku hejmara miriyên li Çînê jî gihîştiye 16 kesan.
Heta niha li Çînê jî, 546 kes winda ne.
Ev yek hejmara giştî ya mirinan li Nepal û Çînê digihîne 919 kesan.
Her wiha hejmara wendayan li her du welatan jî heta niha gihîştiye 4 hezar û 783 kesan.
Ji aliyê xwe ve jî, karmendên rizgarkirinê li Nepal û Çînê di nava liv û tevgerê de ne, da ku kesên winda bibînin.
Li gorî texmînên Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, zêdetirî 90 hezar kesî ji vê karesatê bandor bûne.
Ev lehî di çarşema borî de, li herêmên sînorî yên di navbera Çîn û Nepalê de rûda.
Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê eşkere kir ku karesat ji ber hilweşîna girseyeke qeşayê çêbûye, ku bûye sedema herikîna lehiyê di Çemê Tresole re ber bi deverên li jêr ve.
Ajansa Nûçeyan a Xinhua" jî, li ser zimanê pisporan da zanîn ku qeşayek li çiyayê Lerong ê li Nepalê şikestiye û bûye sedema herifîna erdê ya mezin a qeşayê û keviran.